Pêdivîya we bi alîkarîya bijîşkî ya bi lez heye?

Urgent care niha heye.

Urgent care xizmetek e ji bo pirsgirêkên tenduristîyê ku xetereya li ser jîyanê nîne lê pêdivîya bi baldarîya bijîşkî ya bilez heye.

Urgent care belaş e ji bo xwedîyên karta Medicare û penaxwazên li ser bingeha civakê.

Ji bo Urgent care, heftê 7 rojan, 24 saetan bêpere li healthdirect bigerin li ser 1800 022 222.

Ji bo piştgiriya ziman, pêşî li ser 131 450 li TIS National bigerin û healthdirect bixwazin.

Healthdirect xizmetek ku ji hêla hikûmetê ve hatiye fînanse kirin ku agahdariya tenduristî û şêwirmendiyê bi riya malperek, program û telîfonê alîkariyê pêşkêş dike.

Hemşîreyek dê bersivê telîfona we bide, hin pirsan bipirse û piştre ji bo pêdivîyên we yên tenduristîyê li cihê rast lênihêrîna rast we girê bide.

Hemşîreya healthdirect dikare:

  • Bi telîfonan an jî bi lêgerîna bi vîdyo we bi pisporekî tenduristiyê re girê bidin.
  • Ji bo xizmeteka urgent care ya herêmî ji we re randevûyê veqetînin.
  • Tevî GP an jî bijȋşkê​ we ya hercar, we bi lênihêrîna tenduristîyê ya guncaw û herêmî ve girê bidin.
  • Heger rewşeka awarte hebe, dê ji we re li ambulansê bigerin an jî we bibin beşa lezgîn ya herî nêzîk.

Pêdivîya we bi alîkariya zêde heye?

  • Heger pêdivîya we bi bihîstin an jî piştgirîya axaftinê hebe serdana malpera National Relay Service ê li Access Hub bikin û rêyekê ji bo we dixebite hilbijêrin û paşê ji healthdirectê bixwazin.
  • Heger pêdivîyên we bi piştgirîyê din hebin, ji hemşîreyê re bibêjin bê ka bersivê dide telîfona we ya ji healthdirect re.

Di rewşeke awarte de, her tim li Triple Zero (000) bigerin

Heger pirsgirêka we ya tendirûstî rewşeke awarte ya jiyanî be, her tim li Triple Zero (000) bigerin.

Ji bo rewşên awarte ên jiyanî, ev in:

  • ketina ji nişka ve
  • zexta sîngê an êşa ku zêdetirî 10 deqeyan berdewam dike
  • tengasî
  • Xwînrijandina bêkontrol
  • Fikarên giran ên derûnî.

Zanyarî li ser xizmetên urgent care li NSW

Beşên lezgîn ên li NSW pir mijûl in, gelek mirovên ku pêdiviyên wan ên urgent care hene ku dikarin ji hêla xizmetên tenduristiyê yên din ve bi lez û guncaw werin dermankirin.

Hikûmeta NSW di nava du salan de 124 mîlyon dolar fînanse kir da ku heta nîvê sala 2025, 25 xizmetên urgent care li NSW pêşkêş bike.

Ev berfirehkirina xizmetên urgent care di civakên NSW de, ji bo balê bikişîne ser nexweşên herî krîtîk an jî birîndar, alîkariyê bide beşên lezgîn.

Pirsên her tim li ser xizmetên urgent care li NSW

  • Urgent care di nava 2-12 saetan de ji bo nexweşiyek an jî birîneke ku xeter li ser jiyanê nîne, pêwîstî pê heye. Ev baldarîya bijîşkî, li cihekî tendûristî yê li derveyî beşa lezgîn dikare bi ewletî bihê dabînkirin.


  • Xizmeteka urgent care, xizmeteke tenduristiyê ye ku ji bo pêdiviyên lênihêrîna tenduristîyê yên ku hewcehîya wan bi baldarîya lezgîn heye, lê xeterê li ser jiyanê nîne.

    Xizmetên urgent care rûbirû an jî hema onlayîn (li ser telîfonê an jî bi telîfona bi vîdyoyê) tên dayîn.


  • Divê mirov xizmeta urgent care bi kar bîn ji bo kêşeya tendiristî ya ku xetera jiyanê li ser wan nîn e an jî ji bo pirsgirêkeke tendiristiyê ya ku divê bê dermankirin nemîne dema ew nikarin randevûyê bistînin ji doktorekî herêmî (GP),

    Xizmetên urgent care, dermankirina ku hewcehîya wan pê heye zû didin microvan bêyî ku li beşa lezgîn a mijûl bisekinin


  • Mirovên ku di her temenî de dijîn an jî bi hewcedarîyên urgent care serdana NSW dikin, dikarin di 1800 022 222 de bi navê healthdirect xwe bigihînin xizmetên şexsî û yên onlayîn ên lezgîn. Ji bo piştgiriya ziman divê mirov destpêkê li ser131 450 telîfonî TIS Neteweyî bikin û healthdirect bixwazin.

    Li healthdirect di hefteyê de 7 rojan, rojê 24 saetan bêpere bigerin, bernameyeke tenduristiyê heye. Telîfonker bi hemşîreyeke qeydkirî re diaxivin ku li ser rewşa wan hin pirsan dipirsin û piştre ji bo rewş û cihê xwe, tevî lê ne tenê bi xizmeteke urgent care re rê nîşanî lênêrîna ku pêwistiya wan pê heye, dikin.

    Ji bo hin xizmetên urgent care, hemşîreya Healthdirect dikare ji bo lêgerînvanan randevûyê veqetîne.

    Kesên ku telîfonî healthdirect dikin, eger bivên, dikarin bixwazin ku bi hemşîreya jin an jî mêr re biaxivin.



  • Kesên ku di bihîstin an jî axaftinê de zehmetiyan dikişînin, divê pêşî li About the National Relay Service serdana malpera National Relay Service bikin da ku rêbazeke relayê ya ku ji bo wan dixebite hilbijêrin û healthdirect bixwazin.



  • Divê mirov li Sê Sifira (000) ambulansê bigerin an jî eger birîneke wan ya giran an jî nexweşiyek an jî rewşeke awarte ya xetereya li ser jiyanê hebe, tavilê biçin beşa lezgîn.

    Ji bo rewşên awarte yên xetereya li ser jiyanê be, ev in:

    • ketina ji nişka ve
    • zexta sîngê an êşa ku zêdetirî 10 deqeyan berdewam dike
    • tengasî
    • Xwînbûna bêkontrol
    • fikarên giran ên derûnȋ.


  • Erê. Xizmetên wergêr, ji bo her kesê ku daxwaz dike an jî jê dixwaze bêpere tê dayîn.

    Mirov bi telîfonkirina healthdirect xwe digihînin xizmetên urgent care. Ji bo piştgirîya wergêran, divê mirov pêşî di 131 450î da li TIS ya Netewî bigerin û li ser1800 022 222 de healthdirect bixwazin.

    Heger healthdirect bi onlayîn an jî bi vîdyoyên, bi telîfonê bi xizmeteke urgent care a vîdyoyî ve girê bide, wergêr dê rasterast bi telîfonê re were veguhastin, an jî healthdirect dê wergêrekȋ bi telîfon an jî telîfona vîdyoyî bi re girê bide.

    Heger healthdirect telîfonkerê bi xizmeta urgent care ve girê bide, dê ji xizmetê re bê pêşnîyazkirin ku wergêr hewce ye. Wê demê berpirsiyarîya xizmeta urgent care ew e ku mirov bi rûbirû, telîfonê an jî bi rêya telîfona vîdyoyî an jî bi  digihîne wergêrekî.



  • Gelek xizmetên urgent care yên rûbirû û onlayîn hene ku ji bo pirsgirêkên tenduristîyê yên ku pêdivîya wan bi baldarîya bijîşkî ya bilez heye, dermankirin û şîretan didin.

    Hin xizmetên urgent care ji bo dermankirina gelek nexweşî û birînên ku xeterê li ser jiyanê nîne, hatine amadekirin. Hin xizmetên urgent care yên rûbirû, ji bo xwedîyên karta Medicare û kesên ku li ser bingeha civakê penaber in jî xizmetên x-ray û patolojîyê yên belaş pêşkêş dikin. Ev tê wê wateyê ku mirov dikarin nexweşiya xwe yan jî birînên xwe bi lez û bez li cihekî îdare bikin.

    Xizmetên urgent care ya ji dûr ve, mirovên ku dikarin bi pisporên tenduristiyê yên ku dikarin pêdiviya wan a dermankirinê ya urgent care bikin û pêşnîyar bikin, bi rêya telîfon an jî bi vîdyoyan ji dûr ve pêwendîyê datînin. Di nav wan de bijîşkên pispor û hemşîre yên ku dikarin rewşa wan binirxînin û piştgiriya wan bikin da ku dermankirin û şêwirmendiya guncaw werbigirin.



  • Ji bo her kesî belaş e ku di 1800 022 222 de li healthdirect bigerin û agahîyan bistînin, şîretan wergirin an jî bi xizmeteke lênihêrîna tenduristîyê re têkildar bin, tevî xizmeteke urgent care.

    Dermankirina bi rêya xizmeteke urgent care ve ji bo mirovên xwedî karta Medicare û ji bo penaberên li ser bingeha civakê belaş e.



  • Xizmetên urgent care her roj ji saet 8'an heta 20.00ê hefteyê vekirî ne, tevî betlaneya giştî. Hin xizmetên urgent care yên onlayîn rojê 24 saetan, hefteyê 7 rojan dikarin bên bikaranîn.

    Telîfonî healthdirect bikib li ser1800 022 222 de ji bo ku bigihîjin xizmeta urgent care, mirov dikarin bi xizmeteka guncaw û heyî a li cihê wan ve bên girêdan.

    Healthdirect rojê 24 saetan heye, hefteyê 7 rojan li ser 1800 022 222.




  • Hikûmeta NSW alîkariya diravȋ dide ku 25 xizmetên urgent care li seranserê NSW bên radestkirin, ku hemû wê heta nîvê sala 2025 bên xebitandin. Radestkirina van xizmetan dê li gelek bajarên metropol, navçe û gundan belav bibe.

    Ji bilî van xizmetên rûbirû, du xizmetên urgent care ên onlayîn tên berfirehkirin:

    • Xizmeta urgent care a GP ya onlayîn - ji dûr ve xwe digihîne Doktorên giştî (GP).
    • Xizmeta urgent care a virtualKIDS- zarok û malbatên wan, ji dûr ve dikarin xwe bigihînin hemşîreyên zarokan û hemşîreyên pispor.

    Hikûmeta Australya her wesa alîkariya diravî dide jibo pêşkêşkirina xizmetên saxlemîyê yên ku urgent care li NSW peyda dikin, bi rêya Medicare Urgent Care Clinics ku li çend cihên NSW tên damezrandin. 


  • Healthdirect xizmetek ku ji hêla hikûmetê ve hatiye fînanse kirin ku agahdariya tenduristî û şêwirmendiyê bi riya malperek, sepan û telefona alîkariyê pêşkêş dike.

    Healthdirect alîkarîya mirovan dike ku tendirustîya xwe birêve bibe û wan bi lênêrîna rast ve girê dide jibo kêşeyên tendirûstîyên wan, tevî wan, lê ne bi cûreyeke xizmetên urgent care.

    Xeta alîkarîyê ya healthdirect belaş e, rojê 24 saetan, hefteyê 7 rojan li ser 1800 022 222.

    Yên telȋfon dikin bi hemşîreyeke qeydkirî re diaxivin ku li ser rewşa wan hin pirsan dipirsin û piştre ji bo rewş û cihê wan di cihê rast de lênihêrîna ku ji wan re lazim e, ji wan re dibêje ew çi bikin, di nav de:

    • pêşniyara ji bo bikaranîna xizmeta tenduristî ya herêmî ya guncaw, tevî doktorê giştî yê kesê newxewş (GP)
    • li ser karûbarê urgent care ya herêmî randevûyekê veqetanîn
    • girêdana kesên telȋfon dikin bi pisporê tenduristiyê yên giştî (GP) yan jî hemşîreya pispor ya zarokan bi telîfonê yan jî li ser vîdyo. 
    • ji bo ku pirsgirêkek tenduristiyê li malê bi ewle birêve bibe şêwirmendî û piştevaniyê pêşkêş bikin
    • dema ku guncaw be telîfonî ambulansê dikin an jî nexweş ber bi beşa lezgîn ya herî nêz ve rê dikin.





  • Ji bo kesên li nêzî sînorê NSW

    Hin kesên li wîleyat û herêmên Australya yên li derveyî NSW dijîn, dikarin xwe bigihînin xizmetên urgent care yên li NSW. Telîfonên ji bo healthdirect li ser 1800 022 222, yên ku pêdivîya wan bi baldarîya lezgîn a bijîşkî heye, wek yên ku nêzîkî sînorê NSW ne, eger guncaw be, dibe ku bi xizmetên di nav NSW de bin.

    ji bo mirovên li wîleyet û herêmên din ên Australya

    Mirov ên li hemû wîleyet û herêmên Australya ji bilî Queensland dikarin di li ser 1800 022 222 bi healthdirect (wekî HEMŞÎREYÊN LI SER TELÎFONÊ li Victoria) binav bikin û bi xizmetên tenduristiyê yên guncaw ên herêmî ve bên girêdan.

    Mirovên ku li Queensland dijîn an jî serdana wan dikin dikarin bi 13 HEALTH (13 43 25 84) re bigerin ku rojê 24 saetan, heftê 7 rojan bi hemşîreyek qeydkirî re biaxivin û bi xizmetên tenduristî yên herêmî yên guncaw re bêne girêdan.

    Medicare Urgent Care Clinics jî li hemû wîleyet û herêmên Australya hene.



  • Erê. Li NSW gelek xizmetên cuda yên urgent care hene. Gelek ji bo hemû temenan hene.

    Hin jê ji bo xizmetên taybet ji bo yên temen mezin pêşkêş bikin hatine sêwirandin.

    Xizmeta virtualKIDS urgent care bi taybetî ji bo peydakirina lênihêrîna lezgîn a ji bo zarokên heta 15 salî hatiye sêwirandin.

    Bi rêya healthdirect mirov bi xizmeta urgent care ji bo rewş, cih û temenê xwe bi xizmeta herî guncaw ve tên girêdan.



  • Erê. Mirovên di her temenî de dikarin li healthdirect bigerin.

    Dema zarokek 16 salî an jî biçûktir telîfonî healthdirect bike, hemşîre dê bi gelemperî bipirse ka bi wan re mezinek heye ku hemşîre jî dikare pê re biaxive yan na. Eger mezinek tune be, an jî zarok daxwaza nepenîtiyê bike, hemşîre dê ji zarokê re hin pirsan li ser rewşa wan bike da ku ji bo rewşa wan û cîhê tenduristî ya herî guncaw diyar bike. Paşê hemşîre agahiyên tenduristî yên guncaw û şêwirmendiya tenduristî dide zarokan an jî bi lênêrîna tenduristî ya herî guncaw a ku ji wan re peyda dibe, girê dide.



  • Tendurustîya NSW parastina nepenîtiya tenduristîyê û agahîyên kesane cidî digire û ji bo rêzgirtin û parastina mafên nepenî yên nexweşan, karmendan û alîyên din ên sêyem girêdayî qanûne.

    Agahîyên hûrgilî yên derbarê qanûn û polîtîkayên nepenîtiyê yên ku ji bo tenduristîya NSW tên sepandin û xizmetên tenduristîyê yên ji alîyê Tendurustiya NSW ve tên teslîmkirin, dikarin di malpera Tenduristîyê ya NSW de bên dîtin NSW Health website.


  • Li şûna beşa lezgîn a pirsgirêkên tenduristiyê yên ku xeteriya jiyanê lê nîne, bi rêya ketina xizmeta urgent care re, mirov dermankirina ku pêwîstiya wan pê heye digirin û xwe li benda beşa lezgîn a mijûlbûyî digirin. Ev yek zextê li beşên lezgîn dike û dihêle ku bala wan li ser nexweşên herî krîtîk an jî birîndar be.

    Hin xizmetên urgent care yên rûbirû, ji bo xwedîyên karta Medicare yê û kesên ku li ser bingeha civakê penaber in xizmetên x-ray û patolojîya belaş in. Ev tê wê wateyê ku mirovên pêwistiya wan bi van xizmetan heye, dikarin zû bi zû nexweşî yan jî birîna xwe li cihekî îdare bikin.


  • Nexweşên ku ji xizmeta urgent care lênihêrînê distînin, eger hest pê bikin ku nexweş dikevin, an jî rewşa wan xerabtir dibe, divê tavilê şîretê bidin xebatkaran.

    Eger nexweşek di dema karanîna xizmeteke urgent care de nexweş bibe, karmendên bijîşkî û hemşîre dê bi lez rewşa wan binirxînin û biryarê bidin ku cihê herî baş ji bo hewcedariyên lênihêrîna wan li ku derê ye, di nav de rêkxistina veguhastina bo beşa lezgîn, eger rewşa wan jiyanî xetere be.

    Nexweş û parêzkarên wan her tim dikarin li Sê Sifiran (000) bigerin.


  • Em pêşwazîyê li hemû pêşniyaran dikin, ji ber ku em fam dikin bê ka em çi dikin û em çawa dikarin xizmetên xwe yên tenduristîyê bi pêş bixin.

    Mirovên ku ji healthdirect an jî ji xizmeteka urgent care lênihêrînê distînin, dikarin bi e-maîl an jî peyama bi tekstê têkilîyê deynin da ku derbarê tecrubeyên xwe de paşragihandinan peyda bikin.

    Mirovên ku dixwazin rasterast paşgotiniyê bidin Tenduristiya NSW an jî healthdirect dikarin rêberiya jêrîn bişopînin:

    Ji bo ku hûn paşragihandinên (pesin, pêşniyar an jî gilîyên li ser lênihêrîna bi rêya xizmeteke urgent care) pêşkêş bikin, hûn dikarin ji me re behsa serpêhatiya xwe ya li ser malpera NSW Health feedback website bikin.

    Ji bo ku hûn paşvegerê peyda bikin (pesin, pêşnîyar an jî gazinên xwe) yên derbarê servîsa healthdirect de ji kerema xwe serî li vê website bidin.  



  • Hemû agahî û çavkanîyên bi zimanî yên di derbarê xizmetên urgent care de ku li NSW tên şandin, di malpera NSW Health website de hene.

    Zanyarî û çavkanîyên zêdetir derbarê xizmetguzarîyên urgent care ku li NSW tên şandin, di malpera NSW Health website de bi Îngilîzî hene.


Current as at: Thursday 14 December 2023
Contact page owner: System Purchasing